Hevseroka Navçeya Qene Behîda Silêman derbarê sîstme hevserokatiyê ya ku bi şoreşa Rojava re destpê kir axivî û got: Şoreşa Rojava rê ji jinê re vekir ku di her qadê de cih bigire.
Hevseroka Navçeya Qene Behîda Silêman diyar kir ku sîstema hevserokatiyê bi şoreşa Rojava re bi pêş ket û wiha anî ziman:
Di destpêka şoreşa Rojava de ji bo rûniştandina sîstema hevserokatiyê me pir astengî dîtin.
Ev yekî jî ji ber feraseta Zêhinyeta baviksalariyê ya di mejiyê civakê de bibû qalib.
Lê bi şoreşê re êdî guhertinên mezin çîbûn û derfet li pêşiya jinê çêbû ku di her qadê de bi taybet qada siyasî de cih bigire û bibe xwedî rol.
Behîda Silêman balkişand ser hevgirtina pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got:
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirojeya Netewa demokratîk re hevgirtin û yekîtiya xwe xurt kirin.
Em jî hem di nava xebatan hem jî di jiyana rojane de hegirtî ne.



