Zelensky: Ji bo hilbijartinê dem neguncaw e

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dawî li nîqaşên hilbijartinê yên ketî rojeva welat anî.
Zelensky got; Dema ku welat bi Rûsyayê re di nav şer de, ji bo hilbijartinê dema neguncaw e.

Di dema ku nîqaşên li ser lidarxistina hilbijartinê di rojeva Ukraynayê de dewam dikin, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got,

Ew di wê baweriyê de ye, dema welat bi Rûsyayê re di nav şer de, ji bo hilbijartinê neguncaw e.

Di şert û mercên asayî de li welêt di meha Cotmehê de hilbijartinên parlementoyê û di bihara sala bê da jî hilbijartinên serokomariyê divê pêk hatiban.

Lê belê di çarçoveya rewşa awarte ya ku piştî şerê bi Rûsyayê re dest pê kiribû de hilbijartin hatin betalkirin.

Zelensky di axaftina xwe de got,

“Divê em biryar bidin ku niha dema parastinê ye, dema şer e, ku çarenûsa dewlet û gel pê ve girêdayî ye.”

Zelenskiy diyar kir ku êdî dema “yekîtiya, ne parçebûnê” ye û ev tişt anî ziman:

“Ez bawer nakim ku niha dema hilbijartinê ye.”

Li Ukrayna nakokiya hilbijartinê

Zelensky yê 2019’an hatibû hilbijartin, di daxuyaniyek xwe ya meha Îlonê de gotibû, eger pêwîst bike, dibe ku sala bê hilbijartin bên kirin û destûr ji çavdêrên navneteweyî re bê dayîn.

Tê diyarkirin ku hevalbendên rojavayî zextê li Ukraynayê dikin ku hilbijartinên demokratîk pêk bîne.

Lê ji ber ji sedî 20’ê xaka welat di bin kontrola Rûsyayê de ye û gelek kes koçber bûne, pêkanîna hilbijartinê rast nayê dîtin.

Ukrayna bi fikar e ku Rûsya mîna zivistana par dîsa tesîsên binesaziya enerjiyê bike hedef.

Hevalê Zelensky bû rikberê wî

Rêjeya dengdana bo piştevaniya Zelensky piştî şer zêde bû.

Lê tevî yekbûna şer jî di qada siyasî ya welat de cudahî hene.

Yek ji alîgirên berê yê Zelensky Oleksiy Arestovic ragihand ku ew ê li dijî Zelensky bibe namzed.

Arestovic ji ber leza êrişa dijber ya hêzên Ukrayna Zelensky tewam bar dike.

têkoşîna li dijî gendeliyê

Li aliyê din, Ukrayna ku ber bi endamtiya Yekîtiya Ewropayê ve diçe, di çarçoveya reformên ku ji aliyê Rojava ve tên xwestin, bi gendeliya sîstematîk re têdikoşe.

Back to top button