Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Iraqê re xwest

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Azadî bi peyaman sersaxî ji hikumet, gelê Iraqê û malbatên qurbaniyên şewata daweta li Musilê re, xwest.

Rêveberiya Xweser bi peyamekê xemgîniya xwe anî ziman û got:

“Hemwextî êşa me li hember gelên herêmê ku rûbirûyî karesatên xwezayî bûn, me agahiya şewatê ku li holeke dawatan a Musilê pêk hatî bihîst.

Rêveberiya Xweser Sersaxî ji gelê Iraqê, hikumetê û xizmên qurbaniyan re û şîfa ji birîndaran re xwest.

Hêvî kir ku xelkê Iraqê vê felaketê derbas bike û ewlehî û istiqrar pêk were.

Tevgera Azadî sersaxî ji welatiyên Hemdaniye re xwest

Desteya Rêveber ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî têkildarî bûyera şewatê daxuyaniyeke sersaxiyê xweşand.

Di daxuyaniyê de, Tevgera Azadî got:

“Ji ber bûyerek e şewatê gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ev bûyer gelekî bi êş bû.

Divê hikûmeta Iraqê bûyerê lêkolîn bike û ji bo bûyerên weha dubare nebin divê tedbîrên cidî bigire.

Pêwîste bi hewara malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, biç e û êşa wan sivik bike.

Back to top button