Şehîd Zeyneb saroxan û Yilmaz şero di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Şehîd Zeyneb Saroxan û Yilmaz Șero 27’ê Îlona 2022’an di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.
Merasîma bîranîna şehîd Zeyîneb, li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê li dar ket.
Şandeyên Rêveberiya Xweser, PYD, Kongra Star, Desteya Jinan, endamên saziyên sivîl, leşkerî û malbata şehîd Zeyneb tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de, endama rêveberiya Meclisa Jinan a PYD’ê Zehra Semo soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna hêviyên wan da.
Xwişka şehîd Zeyneb Ezmîran Saroxan jî got:
Hebûna me a li vir, peyameke mezin e ji bo dijmin ku têkoşîna me her berdewam e.
Dawiya merasîmê, beşdaran berxwedana şehîdan silav kir.
Qamişlo-Şehîd Yilmaz Şero li ser gora xwe hat bibîranîn
Her weha şehîd Yilmaz Șero jî li ser gora xwe li goristana șehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hat bibîranîn.
Malbat, xizm û endamên Rêveberiya Xweser tevlî bîranînê bûn û soza domandina riya şehîdna dan.