Li Qamişlo şehîd Rustem Cûdî hat bibîranîn

Ji bo bîranîna Şehîd Rustem Cûdî rewşenbîrên herêma Cizîrê semînerek orgenîze kir.
Di semînerê de jiyan, şoreşgertî û têkoşîna şehîd Rustem Cûdî hate vegotin.

Bi boneya salvegera 12’emîn a şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê şehîd Rustem Cûdî, li bajarê Qamişlo Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê semînerek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Rustem Cûdî li dar xist.

Semîner ji aliyê Endamê Koordînasyona TEV-DEM Yûsif Kûtî û birayê şehîd Rustem Cûdî, Xelîl Osman ve hat birêvebirin.

Hat gotin:

“Mîna her malbateke welatparêz, çavên malbata şehîd Rustem jî li çirûska azadiyê bû.

Şehîd Rustem Sala 1987’an li Lubnanê Rêber Apo dît. bi vê yekê yekser tevlî kar û xebatê tevgerê bû. Li Şamê û gelek deveran têkoşiya.

Yûsif Kûtî jî da zanîn ku şehîd Rustem Cûdî fikra Rêber Abdullah Ocalan hilbijart û cihê xwe wek şoreşgerkî di tevgerê de girt.

Yûsif Kûtî diyar kir ku mirov ji pirtûkên şehîd Rustem Cûdî nas dike ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd e, lê belê Rêberê hemû civakên bindest e.

Semîner bi axaftinên beşdaran li ser şehîd Rustem Cûdî bi dawî bû.

Back to top button