Ehmed sûcên li Efrînê ji Meclisa Mafên Mirovan a NY re ragihand

Meclisa mafên mirovan a NY’ê li Cinevê li qeyda deng a Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê Ebdulselam Ehmed guhdar kir.
Ehmed balkişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîna dagirkirî.

Ebdulselam Ehmed got: “Ji 2018’an ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên hovane li bajarê Efrînê dikin.

Bajar topbaran kirin kuştin, revandin û sivîlên kurd ji malên wan koçber kirin.

Tirkiye li Efrînê demografiya wê diguhere, êrişî şûnwarên dîrokî, çandî, olî yên kurdî kirin.

gelek sivîl girtin û di girtîgehan de îşkence li wan kirin. Destdirêjî li jinan kirin, dizî û xwezaya wê wêran kirin.

Bi finanseya komeleyên xêrxwaziyê yên girêdayî milîsên cîhadî yên tundraw, mêtingeh ava kirin.

Ji ber van sûcan, piraniya niştecihên bajarê Efrînê koçber bûn. Li şûna wan jî xelkê ji Xûta Şerqiye, Hims û Hemayê hatin bicihkirin.

Ebdulselam Ehmed ji meclisa mafên mirovan û desteyên NY’ê yên têkildar daxwaz kir ku lêpirsîneke bilez têkildarî van sûcan dest pê bike.

Parastina sivîlnê Efrînê dabîn bike, fişarê li hikumeta Tirkiye bike ku ji axa Sûriyê derkeve.

Back to top button