Binpêkirirnên Dewleta Tirk li Efrînê

Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên dermirovê li dijî sivîl û dîroka Efrînê didomînin. Çete li navçaya Şêrewa ya Efrînê sivîlek revand, li gundê Kefer Mezê yê Şera jî şûnwaran talan dikin. Her weha Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya jina Êzîdî yên Efrînê bi daxuyaniyekê, bêdengiya rêxistinên mirovî li hember kiriayrên dijî Êzdiyên Efrînê şermezar kirin.

Çete li navçeya şêrewa ya Efrînê sivîlek revand

Çalakvanên herêmî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê Salêh Îbo yê ji gundê kurzêlê yê navçeya Şêrewa revandin.

Li navçeya Cindirêsê jî, çeteyan ji bo berdana şêniyê bi navê Ebdo Şeban yê ji gundê Axcelê, 2 hezar dolar jê standin.

Çalakvanan dan zanîn jî, çete li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bazirganiyê bi madeyên hişbir dikin.

Çete şûnwarên Kefer Mezê dikolin, keleha nebî hûrî jî rûxandin

Li aliyê din Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çete şûnwarên derdora gundê Kefer Mezê yê Şera dikolin.

Rêxistinê li ser malpera xwe jî, dîmeneke din ê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê par ve kir.

Di dîmen de, xuya dibe ku çeteyan Keleha Nebî Hurî û şûnwarên derdora wê ruxandine û ala Tirkiyê li ser quba wê hildane.

Dewleta Tirk û bermahiyên daişê pîroz yên êzîdiyan dirûxînin

Di vê çarçoviyê de Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya jina Êzîdî yên Efrînê di derbara binpêkirinên ku li dijî deverên pîroz û olî yên Êzîdiyan li Efrînê ku tên kirin de daxyaniyek dan.

Yîkîtiyan diyar kirin ku ji destpêka dagirkirina Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bermahiyên DAIŞê, dest bi guhartina demgrafiya Efrînê û bi taybet yên Êzîdiyan kirin.

Di daxuyaniyê de dan zanîn ku Komên çete hemû cihên pîroz û olî yên Êzîdiyan rûxandin.

Her weha sivîlên Êzîd yên mane jî bi darê zorê misilmanî li ser wan tên ferzkirin.

Bêdengiya rêxistinên mirovî sûceke miroviye

Di daxuyniyê de Yekîtiya Êzîdiayn van binpêkirinan û bêdengiya rêxistinên mirovî li hember van kiriyaran şermezar kirin.

Û bang li Civaka Navnetewî kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê re bidawî bikin û hemû pêkhatiyên Efrînê vegerînin warên xwe.

Back to top button