Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî

Revandin, kuştin, dizî, talan û guherandina demografiyê li Efrînê dewam dike.
Di nav de jinek û keçek 16 salî çeteyan 5 welatiyên din li Efrînê revandin.

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê roj bi roj zêde dibe.

Çete rojane welatiyan bi hincetên bê bingeh direvînin û li hember berdana wan fidyeyê digrin.

Piştî vegera wî bi demekê ji aliyê çeteyan ve hate revandin

Malpera Efrîn News 24 ragihand ku çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji gundê Îkîdam yê navçeya Şera ya Efrînê revandin.

Hat ragihandin welatiyê bi navê Horîk Horîk bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hatiye revandin.

Hat diyar kirin Horîk ev demeke vegeriyaye warê xwe û di dema vegerê de jî ji bo ku bikaribe li mala xwe rûne 4000 dolar daye çeteyan.

Li navçeya Mabeta ya Efrînê jinek û mêrek hatin revandin

Li aliyekî din li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên ku navê Polîsên Sivîl xwe kirine du welatî ji gundê Şêxotka yê Mabetayê revandin.

Navên kesên hatine revandin Ahad Seydo û Nezîre Hemîd Mihemed in.

Çeteyan her du welatî birine cihekî ne diyar heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Xelîl Ebdo ê 49 salî li Efrînê hate revandin

Efrîn POST jî da xuyakirin ku çeteyan welatiyê bi navê Xelîl Ebdo revandin.

Li gorî malperê çeteyan bi behaneya ku Ebdo di dema Rêveberiya Xweser de endamê komînê bû hatiye revandin û heya niha çarenûsa wî nayê zanîn.

Xelîl Ebdo 49 salî ye û ji gundê Badîna yê Racoyê ye. Dema ku Efrîn hate dagirkirin neçarî koçberiyê bû, lê piştî şerê taybet ê li ser medya civakî tê xapandin û vedigere Efrîn.

Piştî vegera wî bi hefteyekê tê revandin

Keçeke 16 salî li Racoyê hate revandin

Çeteyên dewleta Tirk li hember hev jî sûcên hovane dikin.

Li gorî Efrîn News 24 çeteyan keçeke 16 salî ya bi navê Hiyam Sefwan el Etraş ya ji malbatên çeteyan ku li Racoyê bicihbûne revand.

Malbata Hiyam diyar kirin ku keça wan ji aliyê hin çeteyên rûgirtî hate revandin û heya niha tu agahiyan derbarê wê de nizanin.

Talankirina xweza, mal û milkên Efrîniyan didome

Girêdayî sûcên li Efrînê çeteyan bi sedan darên li derdora gundê Kefir Mizê yê navçeya Şerayê qut kirin.

Çeteyan nivîsgehên bazirganiya mal û milkan li Efrînê vekirine û malên koçberan li hember dayîna 2 hezar heta 4 hezar dolar difiroşin.

Li navçeya Mabeta ya Efrînê 3 welatî hatin revandin

Back to top button