Li navçeya Mabeta ya Efrînê 3 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatî û jinekê ji Efrîna dagirkirî revandin, her wiha darên hawîrdorê yên li navçeya Şera birîn û nivîsgehên bazirganiya mal û milkên koçberan vekirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî hatiye dayîn wiha ne:

“Çeteyên ′Polîsên Sivîl′ jinek û mêrek ji gundê Şêxûtka yê girêdayî navçeya Mabeta revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Navên wan Ahad Seydo û Nezîre Hemîd Mihemed in.

Çeteyên ′Polîsên Sivîl′ welatiyê bi navê Hisên Dilo (29) ê ji gundê Hêkêçe yê girêdayî Şiyê jî revand.

Girêdayî mijarên sûcên li Efrînê çeteyên ′El Hemzat′ bi sedan darên hawîrdorê li derdora gundê Kefir Mizê yê navçeya Şerayê qut kirin.

Çeteyên ′Sultan Murad′ da ku malbata Horo Hesen Hiso ya ji gundê Dêrsewan ê navçeya Şerayê mala xwe ji çeteyan wergire, 2 hezar dolar ferz kirin.

Çeteyên ′Ehrar El Şerqiye′ nivîsgehên bazirganiya mal û milkan li Efrînê vekirine û malên koçberan li hember dayîna 2 hezar heta 4 hezar dolar difiroşin.”

Back to top button