Li Yewnan serdema 2. a Mitsotakis despê dike

Li Yewnanîstanê hilbijartina giştî, mîna dihat texmînirin bidawî bû.
Kiryakos Mitsotakis di hilbijartinê de serketinek mezin bidest xist.
Bi vê yekê re, serdema duyemîn ya Mitsotakis li Yewnanîstanê despê kir.

Partiya muhafezekar Demokrasiya Nû ya bi serokatiya Serokwezîr Kiryakos Mitsotakis li Yewnanîstanê di hilbijartinên giştî yên duyemîn de, de bi ser ket.

Vê carê jî Demokrasiya Nû, pirraniya parlemanî bi dest xist û bi tena serê xwe hikumetê pêk anî.

Demokrasiya Nû ji sedî 40.5’ê dengan bidest ku li parlamenê dike 158 kursî.

Ev encam di 50 salên dawî de serkeftina herî mezin a hilbijartinê ya muhafazakaran li Yewnanîstanê nîşan da.

Îstîqrara aborî ya ku Mîtsotakis piştî krîzên giran ên bi salan anî Yewnanîstanê, tê fikirîn ku di serketina hilbijartinê ya Demokrasiya Nû de rolek girîng lîstiye.

Partiya çep a muxalefetê ya sereke Syriza ji sedî 18 deng girt.

Syriza bi serokatiya Serokwezîrê berê Alexis Tsipras , li gorî hilbijartinên giştî yên 21’ê Gulanê, nêzîkî 275 hezar deng winda kir û 47 parlamen qezenc kir.

Li Yewnanîstanê ku nêzî 10 mîlyon hilbijêr lê hene, rêjeya beşdarbûnan ji sedî 53 bû.

Di hilbijartinên giştî yên 21’ê Gulanê yên li Yewnanîstanê de rêjeya beşdarbûnê ji sedî 61 bû.

Di hilbijartinên navborî de, ti partiyek nikarîbû bigihîje hejmara parlamenan ku bikaribe bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.

Mitsotakis jî nexwest hikumetek koalîsyonê ava bike, ji ber vê yekê careke din hilbijartin pêk hat.

Serokê Syriza Tsipras got;

Ji sedî 13’ê dengên sê partiyan ji bo demokrasiya Yewnanîstanê xeteriyek “eşkere” ye.

Mitsotakis soza “veguherîna” Yewnanîstanê da

Mîtsotakis di daxuyaniya xwe ya piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê de soza lezkirina reformên sazî û aborî di serdema nû de da.

Mitsotakis yê di hilbijartinan de bi ser ket, îro bi fermî rayeya avakirina hikumetê ji Seroka Yewnanîstanê Katerina Sakelaropulu werbigire.

Tê payîn ku Mitsotakis di rojên pêş de kabîneya xwe ya nû eşkere bike.

Back to top button