NY: Li cîhanê rêjeya karanîna madeyên hişbir ji sedî 23 zêde bûye

Li Cîhanê bikaranîna madeyên hişbir di nava 10 salên dawiyê de ji sedî 23 zêde bûye.
Ev yek di rapora Ofîsa NY de jî hate eşkerekirin.
Ofîsê ji bo pêşîgirtina vê yekê jî banga hişyariyê kir.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin ku li tevahiya cîhanê di nava 10 salan de hejmara bikarhênerên tiryakên madeyên hişbir ji sedî 23 zêde bûye.

Li gorî daneyên ku doh ji aliyê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî madeyên hişber û sûcan ve hatin weşandin, di navbera salên 2011 û 2021’an de hejmara bikarhênerên madeyên hişber ji 240 mîlyonî derket 296 mîlyonî.

Ofîsê ragihand ku tenê nîvê vê zêdebûnê dikare bi mezinbûna nifûsa gerdûnî ve were girêdan.

Di rapora xwe ya salane de, ofîsê hişyarî da li ser zêdebûna dermanên kîmyayî yên nû hatine çêkirin.

Her wiha diyar kir ku şopandina bazirganiya narkotîkê ji bo wan ne hêsane.

NY: Madeya herî zêde tê karanîn esrar e

Di raporê de hat parvekirin ku li cîhanê tiryakê herî zêde tê bikaranîn esrar e.

Hate diyarkirin ku di sala 2021’an de 219 mîlyon mirov ku ji sedî 4’ê nifûsa cîhanê ye ev made bikar anîne.

Ji vê hejmarê bi qasî 13,5 milyon, ji ciwanên temenê wan di navbera 15 û 16 salî de pêk tê.

Ev yek ji bo kesên temenê wan biçûk bi xwere hîn zêdetir pirsgirêkên tenduristiyê pêk tîne.

Her wiha hat diyarkirin ku Ofîsa Têkoşîna Hişbir û Sûc a Neteweyên Yekbûyî nîşaneyên kêmbûna derxistina afyonê ya di bin rêveberiya Talîbanê a li Efxanistanê de dîtiye.

Pisporên maddeyên hişber, diyar kirin ku Efxanistan ne çavkaniya herî girîng a afyonê ye û ew ne tenê bûye madeya xam a eroînê, lê di heman demê de bûye hilberînerê sereke yê metamfetamînê.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Derman û Sûcê, hişyarî da ku kêmbûna çandina afyonê dikare bibe sedema veguheztina bêtir ber bi narkotîkên sentetîk ve.

Herwiha di raporê de Ofîsa NY balkişand li ser zêdebûna bazirganiya madeyên hişbir û beşek ji têkliya wê ya bi şerê li Ukraynayê re wiha bi dawî kir:

Vê dawiyê bi awayekî zêde çavdêriya madeyên hişber li Ukraynayê û derdora wê hatiye kirin.

Back to top button