Balafirên şer dîsa Şengalê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk îro êvarî careke din êrîş birin ser Şengalê.

Balafirên şer ên dewleta Tirk li gorî saeta herêmî, li derdora saet 17’an gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir.

Têkildarî ziyanên êrîşê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Doh jî balafirên bê mirov ên bi çek yên artêşa Tirk navendeke demkî ya şervanên YBŞ’ê bikar tanî li Xanesor a Şengalê bombebaran kir.

Di encamê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûbûn.

Leave a Reply

Back to top button