Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku welatê wî dixwaze hevkariya leşkerî ya bi Çînê re xurt bike.
Putin û Xi Jinping bi rêya vîdeo-konferansekê civiyan.
Serokê Rûsya di axaftina xwe de, pesnê herdu welatan ya li dijî zexta welatên Rojavayî da û got,
Rûsya dixweaze hevkariya leşkeriya bi Çînê re xurtir bike
“Em li hemberî zext û provokasyonên nedîtî yên welatên rojavayî helwesta xwe ya prensîb diparêzin.”
Putin di destpêka civîna dualî ya ku li televizyona dewletê hat weşandin de, diyar kir ku ew li bendê ne Serokê Çînê Xi Jinping di bihara 2023’an de serdana Rûsyayê bike.
Serokê Rûsyayê got, ev serdan “dê nîşanî cîhanê bide ku têkiliyên Rûsî-Çînî çiqasî (xurt) nêzîk in”.
Putin di axaftina xwe ya bi qasî 8 deqeyan dewam kir de, îdia kir ku têkliyên navbera herdu welatan ji her demê baştirin.
Çîn: Em ji bo hevkariya stratejîk amade ne
Serokê Çînê Xi Jinping jî anî ziman rewşa li cîhanê zehmete û got:
Çîn amade ye li hemberî vê aloziyê hevkariya xwe ya stratejîk a bi Rûsyayê re zêde bike.



