Dûran Kalkan: Têkoşîna li Kurdistanê mohra xwe li sala 2022’an xist

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyarkir ku Rêber APO li Îmraliyê kurdan jî li car beşên kurdistanê bi têkoşîa xwe mohra xwe ji sala 2022’an xist.
Dûran Kalkan bi lêv kir sala 2023’yan wê bêtir bibe sala têkoşîneke xurt û got:
“Wê ne tenê bibe saleke têkoşînê, wê hin encam jî derkevin holê.
wê li eniyên Tirkiye, Sûriye û Iraqê encamên nû derkevin holê.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan geşedan û pêşketinên di nava sala 2022’an de ji ajansa Mezopotamyayê re nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir, sala 2022’yan saleke têkoşînê ya mezin bû û wiha got:

“Sala 2022’yan li cîhanê û li Kurdistanê sala şer bû.
Têkoşîn û şer dikevin sala nû jî. Sala nû wê li gorê wê biçe.
Mirov dikare bibêje ku sala 2023’yan wê geşedanên nû biqewimin.
Ev bi saya geşedanên sala 2022’yan e.”

Kalkan balkişand li ser qeyran û şerên a di asta cîhanê de û wiha dewam kir:

“Moderniteya Kapîtalîst serweriya xwe bi derxistina şer ve li ser mirovahiyê didomîne.
Ne tenê şer bi çêkirina nexweşiyên weke Korona jî ev yek meşandin.
Beriya wê jî şewbeya çûk û berazan hebû.
Rêber Apo got; “Pergal, pergalek e ku pençeşêrî bûye.” Ev pir giring e.
Nexweşiyan çêdike, şer çêdike, ji mirovahiyê re her gef û xeteriyê çêdike.
Her kes vê ji berê çêtir dibîne.”

Dûran Kalkan: Di sala 2023’an de wê li dor pirsgirêka Kurd encamên nû derkevin

Li hemberî qrîz û kaosa modernîteya kapîtalîst Dûran Kalkan anî ziman hêzên modernîteya demokratîk jî bi awayekî xurt têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe domandin û got:

“Di warê hêzên modernîteya demokratîk de yekane hêza ku di vê astê de xwe bi rêxistin dike Tevgera Jina Azad e.
Bi rastî jî jina ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyan e û divê jiyan azad be.
Divê civaka demokratîk jî li dora jina azad were rêxistinkirin. ”

Kalkan daxuyakirin ku Rêber Apo li Îmraliyê, bi giştî kurdan her derê, bi têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê mohra xwe li sala 2022’an xist

Di dawî de Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir sala 2023’yan wê bêtir bibe sala tekoşîneke mezin û encamgirtina kurda li qadên Tirkiye, Sûriye û Iraqê.

Back to top button