MSD: Divê gelê Sûriyê lihevkirinên li dijî xwe red bike

Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê têkildarî diyar kir ku wê gelên herêmê li hevkirinên li dijî xwe qebûl neke.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî civîna bi sponseriya Rûsyayê ku di navbera wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê de pêk hatiye daxuyaniyek da.

MSD’ê plana aliyên navborî ya li dijî gelên herêmê şermezar kir û got:

“Em wek MSD bi guman nêzî vê civîna di navbera aliyan de dibin..

Em xwînrijandina sûriyan ji bo berjewendiyên Hikûmeta Şamê û ji bo hilbijartina AKP’ê şermezar dikin.

Divê em ji bo wefadariya keda şehîdan, bi berpirsyarî exlaqî û dîrokî nêzî berjewendiyên gelê Sûriyê bibin.

Em hewildanên hêzên desthiladar yên li dijî berjewendiyên gelên Sûriyê red dikin.

Tu berjewendî û maf di ser berjewendî û mafê gelê Sûriyê re tune ye.”

MSD’ê bang li gelên Sûrî kir ku li hember vê lihevkirinê bisekin, red bikin û derfetê nedin hêzên ku dixwaze wan ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne.

Back to top button