Kolbernewsê ragihand di nava 6 mehên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê 20 kolber hatine kuştin û 127 kolber jî birîndar bûne.
Kolbernewsê li ser malpera xwe bîlançoya 6 mehên destpêkê yên sala 2022’an eşkere kir.
Li gorî wê, li herêmên sînorî û rêyên di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ji ber gulebarana hêzên Îranê û ji ber sedemên weke serma û teqîna mayînan de, 20 kolberan jiyana xwe ji dest daye û 127 kolber jî birîndar bûne.
Ji ber polîtîkayên taybet ên birçîhiştina gel ji aliyê rejîma Îranê ve, tunebûna derfetên kar û buhabûnê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî berê xwe bidin kolberiyê.
Di rêya kolberiyê de, heta niha jimareke mezin ji xelkê Rojhilat bûne qurban û jiyana xwe ji dest daye.