Ukrayna: Em hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut dikin

Ji ber ku hikûmeta Şamê xweseriya herêma Donestk û Lugansk naskir Ukraynayê hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re qut kirin.

Beriya niha li ser daxwaza Rusyayê hikumeta Şamê xweseriya Komara Gel a Herêma Donetsk û Lugansk ên ku beriya niha di jêr kontrola Ukraynayê de bû nas kir.

Serokê Ukraynayê Volodamir Zelensky bi daxuyaniyekê ev biryara hikûmeta Şamê şermezar kir.

Zelensky diyar kir ku ji ber vê biryarê, wan hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi hikûmeta Şamê re qut kirine û wê li dijî Sûrî jî xebatên xwe yên cezakirinê jî bidomînin.

Her wiha Zelensky ev biryara hikûmeta Şamê wek biryareke bê-wate pênasekir.

Hikumeta Şamê ya ku bi salan e Xweseriya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nedîtî ve tê, bi hêsanî û berî herkesî xweseriya Donetsk û Lugansk nas kir.

Back to top button