HPG: Arteşa Tirk 15 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî û carekê jî bi bombeyên qedexe li çeperên berxwedanê yên gerîla ên nêzî herêma Çemçoyê bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êriş û sûcên şer yên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê eşkere kir ku arteşa Tirk 29’ê Kanûnê;

Çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amedê 14 caran bi çekên kîmyewî carek jî bi çekên qedexe bombebaran kiriye.

Navendê bibîrxist ku 14’ê Nîsana 2022’an ve artêşa dagirker li dijî gerîla bi karanîna çekên kîmyewî didomîne.

Di encama van êriş û sûcên şer de bi dehan Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şehîd bûne.

Ji bo lêpirsîn û lêkolînkirina sûcên şer yên dewleta tirk, heya niha jî tu rêxistin û sazîyên eleqedar bi erka xwe ranebûne û bêdengiya xwe didomînin.

Back to top button