Polîsa Tirkiyê 35 xwendekar binçav kirin

Careke din aloziya Zanîngeha Boğaziçi ya Stenbolê xwe dide der û polîsa Tirk bi dehan xwendekar binçav kirin..

Li gorî Rojnameya Cumhuriyet a Tirkî, hêzên ewlekariya Tirkî Pêncşemê 35 xwendekar ji Zanîngeha Boğaziçi binçav kirin.

Rojnameya diyar kir ku ev xwendekar ji bo piştgiriya hevalên xwe yên li ba hikumetê girtî, derketibûn, lewra ew jî hatin binçavkirin..

Xwepêşandan li herêma Kadıköy a Stenbolê hat lidarxistin û li gorî çavkaniyê, polîsê bi awayekî tund êrîşî xwendekaran kir û bi qamiçî û lêdanê 35 kes ji wan binçav kirin.

Ev serê 2 mehan bêhtir, xwendekar li dijî danîna qeyûmekî Erdogan weke emîdê Zanîngehê, li ser pêyan in û heta niha jî jimareke mezin a xwendekaran binçavkirî ye..

Back to top button