QSD’ê: 9 Şervanên me di qezaya helîkopterê de şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 15’ê Adarê de dema ku şervanên wan ên Yekîneyên Antîterorê diçûn Başûrê Kurdistanê, helîkopterên wan ji ber rewşa hewayî ya nebaş ketine.
QSD’ê got di encama vê qezayê de, di nav de fermandar Şervan Kobanê, 9 şervanên wan şehîd bûne.

Di 15’ê Adarê de li Başûrê Kurdistanê helîkopterek kete xwarê.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

QSD’ê ragihand ku dema helîkopteran hêzên wan vediguhastin başûrê kurdistanê ketiye xwar û ev yek got:

“Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAİŞ’ê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror YAT ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Yekîneya me, bi armanca bihev-guhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî, ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê û berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê de berê xwe dabû Başûr.

Têkildarî sedema qezayê, Navenda Ragihandinê ya QSD’ê got:

“Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê êvara 15’ê Adara 2023’an de, du bilafirên ku şervanên me vedguhestin wê heremê ji ber rewşa nebaş ya hewayê hatin xwarê.

Di encama qezayê de 9 şervanên me bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror şervan Kobanê şehîd bûn.

QSD’ê diyar kir ku Hêzên Antî Terorê, di şerê li dijî terorê de şervan û fermandarê xwe ê herî baş feda kirin, ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şervanên wan şerên dijwar kirin.

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re xwest û teqez kir fedakariya şehîdan ku wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gel û axa pîroz.

Dawiya daxuyaniyê, QSD’ê bang li rayedarên peywendîdar ên herêma başûrê Kurdistanê kir ku ji wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.

Back to top button