Li Qamişlo Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî konfirans xwe ya damezrîne li hola El-Rewabî li dar xist.
Di kongreyê de gelek partiyên siyasî, oldar û endamên saziyên civaka sivîl lê hazir bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, endama rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Erîfe Bekir axivî û diyar kir ku armanca hemûyan a Sûriyeya demorkatîk ya nenavendî pêk were.
Her wiha Erîfe Bekir bibîrxist ku heta ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, werin parastin diviyabe pêkhateyên herêmê bi hevre bixebitin.
Nûnerê dêra Suryan a Qamişloyê Xûrî Şemon axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir.
Şemon jiyana hevbeş a gelên herêmê teqez kir û got bi yekitiyê dê bi ser kevin.
Piştî bidawîbûna axaftinan endamê Komîteya Damezrîner a Partiya Soroya Demokratîk Aho Henna anî ziman ku armanca partiyê ya sereke parastina hebûn û nasnameya me ye.