Li Girê Spî ya dagirkirî çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ji aliyê koma xwe ve hat kuştin.
Li gorî çavkaniyan, çeteyê ku hatiye kuştin bi navê Ebû Xedîce tê naskirin û berî niha endamê DAIŞ`ê bû.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Girê Spî dagir kir, tevlî koma Siqûr El-Suna ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bû.
Her wiha çete ji aliyê koma xwe ve hate kuştin.
Koma Siqûr El-Suna dema bi ser mala wî ya li bajarokê Silûk yê Girê Spî de girt û ew kuşt.
Çavkaniyan bi bîr xist ku hevsera çeteyê kuştî di serdegirtinê de birîndar bûye.