Li Rojhilatê Dêrazorê di nava 48 saetên derbasbûyî de baregeha hêzên Amerîkî 2 caran bû aramca êrişa bi moşekan.
Di encamêde 3 leşkerên Amerîkî birîndar bûn.
Amerîka ji van êrişan hêzên girêdayî Îranê berpirsiyar nîşan da û bi êrişeke dijber rabû.
Li Rojhilatê Dêrazorê baregeha hêzên Amerîkî di nava 24 saetan de 2 caran bu armanca êrişên bi moşekan.
Êriş li herêmên derdora qadên gazê yên Kuniko û gundê Kesk pêk hatin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê têkildarî êrişan daxuyaniyek da û diyar kirin ku aligirên îranê êriş pêk anîn e û di encama êrişê de 3 leşker bi sivikî birîndar bûne.
Hêzên Amerîkayê jî di cih de bersiv dan û 3 erebeyên êrişî û alavên leşkerî hatin ruxandin.
Weke encama pêşî 3 çekdarên ku Îran piştgiriya wan dike hatin kuştin.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye jî îdîa kir ku di êrişên Amerîkayê de 9 çekdarên girêdayî Îranê hatine kuştin.