Hêzên Xelîfe Hefter û Hikumeta Wîfaqê agirbest ragihand

Li ser daxwaza Tirkiye û Rûsyayê di navbera hikumeta Wifaq û Nîştîmanî yên Lîbya de agirbest hat ragihandin.

Lê tevî ragihandina vê agirbestê jî şer li herêmê dem dem rûdidin.

Serokê Hikumeta Wifaqê Serac jî li tirkiyê bi Erdogan re civiya.

Bi zextên navdewletî jî be li Lîbyayê agirbest di navbera hikumeta Wîfaq û Nîştîmanî de hate ragihandin.

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî duh bi daxuyaniyekê teqez kir ku ewê ji 12’ê Çileyê ango îro ve agirbest ragihandin.

Hikumeta Wîfaqê jî ragihand ku li ser daxwaza serokê Tirkiyê Erdogan û yê Rûsyayê Putin ew jî agirbestê dipejirînin.

“AGIRBESTA LÎBYAYÊ”
KOMÊN GIRÊDAYÎ HIKÛMETA EL-WIFAQ AGIRBEST LI TERABLUSÊ BINPÊ KIR

Ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê, Komîteya bilind a Yekîtiya Afrîkayê jî gav avêtin û wê di 25ê Çileyê de civînekê li Kongo-Brazavîlle li dar bixe.

Piştî ragihandina agirbestê, li herêma rojavayê welêt çeteyên hikumeta Wîfaq agirbest li Terablusê binpê kir.

Artêşê ragihand ku tevî van binpêkirina jî ew li gorî şertên agirbestê tevdigerin.

Li alikî din ve, îro Erdogan û serokê hikûmeta El-Wifaq Fayez El-Serac li Istenbolê civînek girtî pêk anîn.

Têkildarî naveroka civînê jî ti agahî nehatin bidestxistin.

MERKEL Û PUTIN:
PIŞTÎ AGIRBESTA LÎBYAYÊ, EM Ê DEST BI DANÛSTANDINÊN AŞTIYÊ BIKIN

Di hemna çarçoveyê de duh jî şêwirmenda Alman Angela Merkel û serokê Rûsiya Vîlademîr Putin li Berlînê civiyan.

Herdu aliyan ragihand ku, piştî pêkanîna agirbestê, divê rewşa Lîbyayê di konferansa Berlînê ya bo aştiyê de were çareserkirin..

Leave a Reply

Back to top button