Pentegon : Trump bê şert amade ye ku bi Îranê re hevdîtinan pêk bîne

Wezareta Parastinê ya Amerîka ragihand ku serokê Amerîka Trump bê şert hertim amadeye ku bi Îranê re hevdîtinan pêk bîne.

Wezîrê Parastinê yê DYA Mark Esper derbarê aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ji televsiona CBS re axivî.

Mark Esper diyar kir ku rêveberiya Trump bê şert hertim amadeye ku bi rejîma Îranê re li ser maseyê danustandinan rûne.

Esper anî ziman ku ji bo Îran bibe welatek aram, ew amadene ku hinek gavan bi avêjin.

Balkêşe ku axaftina Esper ya ji bo Îranê, piştî tiwîtta Trump ya piştevaniya bi xwepêşandanên li Îranê re hat.

Leave a Reply

Back to top button