Li Iraqê di xwepêşandana li parêzgeha wasitê de 60 kes birîndar bûn

Li Iraqê jinûve xwepêşandanên li dijî hikûmetê destpê dikin.Îro li bajarê Kûtê yê Iraqê xwepêşandêr careke din daketin qadan û berteka xwe li dijî hikûmetê nîşan dan.

Bi sedan xwepêşanderên Iraqî li pêşiya zanîngeha Wasit ya li navenda bajarê Kûtê kom bûn û li dijî hikûmetê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li gorî dezgehên ragihandinê pevçûn navbera hêzên ewlehî û xwepêşanderan de rû da.

Her wiha xwepêşandêran di pevçûnê de kevir avêtin hêzên ewlehiyê.

Hat ragihandin ku di pevûnan de herî kêm 60 kes birîndar bûne, di nav wan de polîsê jî hene.

Hejmarek mezin ji xwepêşanderên xwendekar ên zanîngeha Wasitê biyara Wezareta Perwerdeyê ku jinûve perwerdeya di zanîngehê de destpê bike, red kirin.

Leave a Reply

Back to top button