Emîrê Qeterê ji nişka ve serdana Îranê kir û bi serokwezîrê Îranê Rûhanî re civiya

Di nava aloziya li Îranê de, Emîrê Qeterê ji nişka ve serdana Îranê kir.

Emîrê Qeterê Emiri Şeyx Temim bin Hamed Al Sani ji nişka ve serdana Îranê kir û bi serokwezîrê Îranê Ruhanî re civiya.

Ruhanî, emîrê Qeterê bi merasîmekî fermî pêşwazî kir.

Piştre herdu lîderan dest bi hevdîtinê kirin.

Piştî civîna du alî wê civînên di navbera şandeyan de jî destpê bike.

El Sanî piştî ku di sala 2013’an de bû emîrê Qeterê yekem care ku serdana Îranê dike.

Balkêşe piştî hevdîtina di navbera Pûtîn û El Sanî de, serdana ji bo Îranê pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button