
Li Qamişlo Partiya Kesk a Kurdistanê û Yekitiya Hêzên Kurdî li Rojava ji bo yekîtiya netewî civînek li dar xist.
Civîn li navenda Partiya Kesk a li bajarê Qamişlo pêk hat.
Ev civîn piştî serdana berpirsên Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava ya ji buroya Partiya Kesk a Kurdistanê re pêk hat.
Berdevkê Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava Abd el Kerîm Siko, seroka Partiya Tekoşînê ya Demokratîk Xunav Mela û serokên Partiya kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê tevî hejmareke endaman di civînê de amade bûn.
Beşdarên civînê mijara sereke ku yekitiya nîştimanî ya kurdî û çawaniya pêkanîna wê, nîqaş kirin.
Beşdaran xwestin ku kesên ji banga yekîtiyê direvin divê li hemberî wan helwesteke cidî were nîşandan û hesab were xwestin.
Piştî banga fermndarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ya ji bo Yekîtiya Netewî di nava partiyên kurdî de danustandinên ji bo yekîtiya netewî despê kiribûn.