Şêrwirmendê ewlehiya netewî ya Amerîkî: Em ê li gorî tifaqekê ji Iraqê derkevin

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Robert C. O’Brien ragihand ku wê Amerîkayê li gorî tifaqeke bi Iraqê re hêzên xwe vekişîne.

Robert C. O’Brien di hevdîtineke bi kenala “Fox News” re li ser pêşeroja hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê axivî.

O’Brien anî ziman ku hêzên Amerîkî wê li gorî tifaqeke du alî ji Iraqê vekişin û bi awayekî ku DAIŞ’ê were têk birin.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê diyar kir ku armanca Amerîkayê ya sereke ew e ku bi temamî çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê werin bidawîkirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê, Robert C. O’Brien li ser kuştina Suleymanî jî, destnîşan kir ku Suleymanî plan dikir ku êrîşan li dijî Amerîkayê bike, ji bo wilo bû armanca wan.

RÊBERÊ TEVGERA SEDIR, MUQTEDA EL-SEDIR:
DIVÊ BALYOZXANEYA AMERÎKAYÊ WERE GIRTIN

Ji aliyê din ve, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxwaznameyek pêşkêşê Parlamentoya Iraqê kir.

Muqteda El Sedir daxwaz ji Parlamentoyê kir lihevkirinên leşkerî yên li gel Amerîkayê bi dawî bike û balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê bigre.

Leave a Reply

Back to top button