Îran.. xwepêşandanên xwendekaran li Tahranê despê kir

Aloziya li Îranê bi dawî nabe.

Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qûdisê Qasim Sîlêmanî û xistina balefira Ukraynayê ku 176 kesan jiyana xwe ji dest da xwepêşandanan careke din despêkir.

Serokê Emerîka Trump jî bi peyamekê piştevaniya xwe ya bi xwepêşandanan re ragihand.

Balafira girêdayî rêya hewayî ya Ukrayna 8’ê Çileyê ji aliyê Îranê ve hatibû xistin û 176 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di dema despêka xistina balefirê de her çiqasî rejîma Îranê ev yek redkiribe jî lê di dawiyê de li xwe mikur hat ku wan balefir xistine.

Piştî vê yekê jî li paytexta Îranê Tehranê li dijî vê yekê xwendekaran dest bi xwepêşandanê kir.

Li ber zanîngeha Emînr Kebîr, Zanîngeha Pîşeyî ya Şerîf, Zanîngeh Beheştî û Zanîngeha Elame yên Tehranê, xwepêşandêran sloganên li dijî artêşa Îranê û lîderê Olî yê Îranê Elî Xamneyî gotin.

Ji aliyê din ve Xwendekarên Zanîngeha Pîşeyî ya Îsfehanê ji dest bi xwepêşandanan kirin.

Duh êvarî jî xwendekar û gelê Îranê li dijî xistina balafira Ukranyayê rabûn li ser piyan.

Hêzên dewletê bi gaza îsotê û ava şît mûdaxele kir.

LI ÎRANÊ XWEPÊŞANDANÊN XWENDEVANAN
TRUMP: EM NAHÊLIN ÎRAN KOMKUJIYAN DER HEQÊ WE DE PÊK BÎNE

Bi despêkirina xwepêşandanan re Serokê Amerîka Donald Trump jî bi peyamekê piştevaniya xwe ragihand.

Trump bi tiwîttekê ragihand ku gelê Îranê yê wêrek ji destpêkê ve êşê dikişîne û wiha got:

Ez û Rêveberiya xwe ji destpêkê ve li kêleka we ne.

Wêrekiya we bê hempa ye.

Serokê Amerîka hişyarî da Îranê û teqez kir ku ew rê nadin rejîma Îranê xwepêşandêran bikuje û gelê Îranê bi rêya înternetê ji cihanê qut bike.

Her wiha Trump ji Îranê xwest rê bide rêxistinên mafê mirovan ku çavdêriya xwepêşandanan bikin.

Rêxisitina Efûyê diyar kir ku di xwepêşandanên ji meha Mijdarê ya li dijî bihabûna benzînê ve, zêdetirî 300 kes hatin kuştin.

Li gorî, çavkaniyên mûxalîfê jî nêzî hezar û 500 kes hatine kuştin.

Ji vana nasnameya 704’an hate tespîtkirin û hatin weşandin.

Leave a Reply

Back to top button