17 Gundên herêmê hatin topbaran kirin

Ji 19 Mijdarê ve dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê herêmê topbaran dike.
Dewleta Tirk duh êvarê dîsa êrişî Kobanê ,Eyn Îsa Şehba û Til Rifet kir .

Artêşa Tirk a dagirker rojhilat û rojavayê Kobanê topbaran kir.

Taybet gundên Cêşan, Qeremox, Xerbîsan ,Xerîb û Carixlî bi çekên giran hat topbaran kirin.

Dewleta Tirk êrişî gundên Girê Spî jî kir..

Gundên Erîda, Zenûbiya, Korhesen,Qezelî, Korhesen, Selîbî bûn armanca êrişan ..

Heman dagirkerî kampa Eyn Îsa ya rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir .

Her wiha dagirkeran gundê Bênê yê Şêrawayê jî topbaran kir ..

Derdora navçeya Til Rifetê jî hat topbarankirin.

Diheman demê de gundên Soxanek, Meyasê, Zirneîtê yên navçeya Şêrawa jî bû armanca êrişan ..

Back to top button