Li kampa Holê jinên Daiş’î hewl da penaberekî Iraqî bi kêrê bikujin

Îro careke din li kampa Holê agir bi kon ket. Di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da. Her wiha komeke jinên DAIŞ`î yên kampa Holê hewl da penaberekî Iraqî bi kujin.

Şewat li kampa holê di çadirekê de pêk hat. Di ecama şewatê de jinekê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha komeke jinên DAIŞ`î yên kampa Holê hewl da penaberekî Iraqî yê bi navê Xidir Yûsiv ê 30 salî di kampa Holê de bi kêrê bikujin.

Bûyer îro serê sibê li sûka kampê ya di navbera beşa yekem û sêyem de pêk hat.

Xidirê ji milê xwe yê rastê birîndar bûyî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya li kampê.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê koma jinên DAIŞ’î girtin û lêpirsîn dan dest pê kirin.

Hêzên ewlekariyê tevger û dewriyên xwe li kampê, derdora wê zêde kir.

Hewldanên jinên DAIŞ`î ji bo rev, kuştin û şewitandinê zêde bûne.

Ji rêveberiya Kampê Birîl Hesen ji nûçegihanê me re axvî û anî ziman ku piraiya bûyerên şewatê ji aliyê Jinên DAIŞ’î pêk tên.

Leave a Reply

Back to top button