Çavdêriya Sûrî: 39 leşkerên Rêjîmê û çekdarên Tirkiyê li Idlibê hatine kuştin

Li gundewarên Idlibê, di çarçoveya binpêkirina agibestê de, 39 çeteyên dewleta Tirk û leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin.

Hêzên rejîmê ku bi pêşde diçin 2 gundên li başûrê Meret El-Numan kontrol kirin.

Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêra Zorê êrîşî nuqteyên rejîmê kir û 4 leşkerên rejîmê hatin kuşitn.

Li herêmên Idliba ku qaşo agirbest lê heye, şerê li ser erdê dijwar bûye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, şerekî diwar di navbera komên Dewleta Tirk û Artêşa Rêjîmê li gundewarê Rojhilat ê Idlibê de rû dide.

Çavdêriyê diyar kir ku Rêjîm bi piştevaniyeke hewayî ji Rûsyayê, li hindek deveran bi pêş ketiye..

Her wiha li Meret Nuiman, herdû gundên Ebû Cirêf û Til Xetra ên li başûrê wî û gundên Ebû Zihûr hatin bombekirin..

Di encama vî şerî de, çavdêriyê ragihand ku 17 leşkerên Rêjîmê û 22 jî ji komên çete hatin kuştin..

ŞERÊ LI IDLIBÊ
REJÎMÊ 2 GUNDÊN IDLIBÊ KONTROL KIRIN

​​​​​​​Her wiha hêzên rejîmê bi alîkariya hewayî û bejahî gundên Ebû Cerîf û Til Xetrayê li başûrê Meret El-Numan xistin bin kontrola xwe.

Bivî wayî navbera rejîm û bajarê Meret Numanê de tenê 7 KM maye.

Ev rûdanên navborî jî, hemû hemwextî agirbesta dewleta Tirk ku Îna borî ragihandinî, pêk tên.

ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê LI DIJÎ REJÎMA SÛRÎ
LI ÇOLISTANA DÊRA ZORÊ 4 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Li aliyekî din jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên rejîmê berdewam in.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku li çolistana bajarokê Bû-Lêl a Dêra Zorê şerekî giran navbera hêzên rejîm û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.

Di encamê de 4 leşkerên rejîmê hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button