Meclisa leşkerî ya QSD: Em ê bernameya jinûvesazkirina hêzên xwe bidomînin

Meclisa Leşkerî ya QSD’ê di civîna xwe ya asayî de, diyar kir ku divê Tirkiyê li gorî hevpeymanên li ser îmzekiriye tevbigere û êrîşên li ser herêmê rawestîne. QSD’ê dest nîşan kir ku ewê bernameya jinûvesazkirina hêzên xwe bidomîne û teqez kir, ewê berpirsyariya dîrokî û erka xwe ya parastina hemû berjewendiyên herêmê pêk bîne.

Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk civîna xwe ya asayî duh 15’ê Çileyê li dar xist.

Di civînê de rewşa herêmê û sedemên dagirkeriya dewleta Tirk hatin nîqaşkirin, bername û planên dema pêş jî hatin danîn.

Di dawiya civînê de Meclisa Leşkerî ya QSD’ê daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku wan dewamkirina jinûvesazkirina hêzên leşkerî ji aliyê rêxistinî ve nîqaş kiriye û rola Meclisên Leşkerî yên Herêmî dest nîşan kiriye.

Meclisa Leşkerî daxuyakirin ku ji bo hêzên leşkerî ji her pêjavoyê re amade bin wê dewreyên taybet vekin û îşaret bi girîngiya zêdekirina hejmaran endaman kir.

QSD’ê dazanîn ku ger taybetmendiyên QSD’ê werin parastin û itîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin ew ji bo bi danûstandina bi hemû aliyên têkildar re amade ne.

MECLISA LEŞKERÎ YA QSD:
TIRKIYÊ HEVPEYMANAN BINPÊ DIKE Û QIRKIRINA ETNÎKÎ DIKE

Meclisa Leşkerî ya QSD’ê îşaret bi hevpeymana Soçiyê ya bi serkêşiya Rûsya û hevpeymana agirbest ya bi serkêşiya Amerîka jî kir û teqezî li ser pêkanîna bendên wan kir.

QSD’ê bomebarana li ser Tirbespiyê û şehîdbûna du endamên Asayîşê bibîrxist û got:

Dewleta tirk û çeteyên wê agirbestê binpê dikin.

Ji ber vê hêzên garantor divê berpirsyariyên xwe pêk bînin û li gorî vê tev bigerin.

Her wiha Meclisa QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirkiyê li herêmên dagir kirine qirkirina etnîkî û guhertina demografîk pêk tîne.

MECLISA LEŞKERÎ YA QSD:
TIRKIYÊ SEDEMA REWŞA XETER A LI EFRÎN Û IDLIBÊ YE

QSD’ê sedema nearamiya Efrîn û Idlibê bi destwerdana Tirkiyê ve girê da.

QSD’ê careke din teqez kir ku deriyên herêmê ji koçberên Idlibê re vekiriye.

MECLISA LEŞKERÎ YA QSD:
JI BO PARASTINA HERÊMÊ EM Ê ERKA XWE YA DÎROKÎ PÊK BÎNIN

QSD’ê îşaret bi operasyonên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê jî kir û ji bo DAIŞ careke din venegere girîngiya dewamkirina vê karî dest nîşan kir.

Bi heman awayî ji bo ewlehî û aramiya li herêmê, koordîneya bi hêzên artêşa Sûrî re jî dewam bike.

Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk dawiyê teqez kir ku ewê berpirsyariya dîrokî û erka xwe ya parastina hemû berjewendiyên herêmê pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button