Tevî revandina sivîlan, dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya Efrînê jî dewam dike û malên şêniyên Efrînî yên resen bi navê malbatên çeteyan qeyd dike.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku saziyên bi navê ”Meclisên Xwecehî” yên dagirkeriya dewleta Tirkiyê li Efrînê, malên şêniyên Efrînê li ser navê malbatên çeteyên xwe qeyd dikin.
Hat ragihandin ku qydkirin ji taxa Vêllat û Till yên navçeya Cindêrisê dest pê kir.
EFRÎN- REVANDIN
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 3 SIVÎLÊN DIN REVANDIN
Di çarçoveya revandina sivîlan jî Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 sivlîlên din ji Efrînê revandin.
Hat ragihand ku Qadir Idrîs Zilfo yê ev sê roj windayî ye ji aliyê Ehrar El-Şerqiyê ve hatiye revandin.
Her wiha çeteyan ji gundê Remadiyê yê navçeya Cindêrisê sivîlê bi navê Besîm Ehmed û ji heman navçeyê dikandarê bi navê Ebû Rebah ê jî revand.
Ji hefteya borî ve heman çeteyan 6 jê jin, 16 kes revandine.