Li Kerkûkê bi coşek mezin Newroz hate pîroz kirin

Li seranserê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpêkirine. Bi vê boneyê li herêma Şîwesur ya Kerkûkê jî bi coşek mezin Newroz hate pîroz kirin. Di pirozbahiyê de Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka KurdistanêTara Hisên peyama yekitiyê da û got: “Em dikarin hemû komployên li ser gelê Kurd tenê bi yekîtiya netewî pûç bikin.”

Li seranserê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpêkirine.

Bi vê boneyê li herêma Şîwesur ya Kerkûkê jî bi coşek mezin Newroz hate pîroz kirin.

Beriya ku pîrozbahî destpê bike, deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan hat girtin.

Piştre agirê Newrozê ji aliyê malbata şehîdan ve hate pêxistin û dirûşmeyên ‘Newroz pîroz be’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qêrîn.

Piştre peyama Tevgera Azadî, ji aliyê Hevserokê Encûmena Herêma Kerkûk ya Tevgera Azadî ve hate xwendin

Her wiha peyamên partiyên siyasî ên kurdistanî jî hatin xwendin.

Tara Hisên anî ziman divê em îsal hemû têkoşîna xwe bikin yek daku yekîtiya netewî ya gelê Kurd pêkbê û got: “Em dikarin hemû komployên li ser gelê Kurd tenê bi yekîtiya netewî pûç bikin.”

Piştî axaftin û û peyaman Komên Muzîkê û hûnermed bi berhemên xwe tevlî pîrobahiyê bûn.

Back to top button