Ji ber lehiyê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 18’an

Hejmara kesên ku li Riha û Semsûrê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 18’an û xebatên lêgerînê yên ji bo 7 kesên windayî didomin.

Di karesata lehiyê ya ku di encama barana zêde ya li Semsûr û Rihayê pêk hat de, bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest didin giran dibe.

Roja çarşemê li Riha û Semsûrê ji ber baraneke zêde lehî rabûbû.

Li Rihayê ji ber lehiyê 16 kesan jiyana xwe ji dest da û xebatên lêgerînê yên ji bo 5 kesên windayî jî didomin.

Li navçeya Tûtê ya Semsûrê jî lehiyê kon-teye-nerek ku mexdûrên erdhejê tê de bûn da ber xwe.

Di encam de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û xebatên lêgerînê yên ji bo 2 kesên windayî jî didomin.

Back to top button