Di şerê li herêma bêçek de leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin

Li Helebê di hedefgirtinên dualî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û leşkerên hikumeta Şamê de leşkerekî Şamê hate kuştin.
Her wiha di teqîna depoyeke çekan a li gundewarên Humsê de jî 3 leşkerên din ên Şamê hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li gundewarê bakurê Laziqiyê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de şer derket.

Çeteyên Tehrîr El Şam li derdora Foca 46′an a li rojavayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê kirin hedef û ew kuşt.

Di heman demê de leşkerên hikumeta Şamê bi çekên giran başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha balafirên şer yên Rûsyayê jî navendên çeteyan yên li herêma ‘Bêçek’ bombebaran kirin.

Li Humsê di teqîna depoya çekan de 3 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Li herêma Hesya ya başûrê Humsê jî depoyek çekan teqiya.

Di encamê de ji wan serbazek 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Li Dêrazorê erebeyek hêzên hikûmetê teqiya-5 leşker hatin kuştin

Back to top button