KCK: Gerîla bû mîmarê jiyana nû ya li Kurdistanê tê avakirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir ku got:
“Gerîla pêşengtî ji helwesteke dîrokî ya wisa re kir.
Berpirsyariyeke dîrokî stendiye û bûye mîmarê jiyana nû ya li Kurdistanê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxwiyaniyek weşadn û Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.

KCK’ê Pêngava 15’ê Tebaxê bi van gotinan pênase dike:

“Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku di dîroka me ya têkoşînê de û ji bo gelê Kurdistanê bûye qonaxeke nû.

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gerîla xwedî wate û girîngiyeke pir taybet e.

Pêngava 15’ê Tebaxê weke stratejiyeke gerîla pêş ket.

Pêngava 15’ê Tebaxê berhema kûrbûn, hişmendî û vîna dîrokî ye.

Mudaxeleyeke şoreşger a li dîrokê ye. Bi vê mudaxeleyê re seyra dîrokê guheriye.

Ev tê wateya ku gelê Kurd bîreke neteweyî û civakî stendiye, ruhek wergirtiye û dîsa hebûna pêk aniye. ”

KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê dîrok guherand

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê balê dikşîne ser guhertinên ku 15’ê Tebaxê bixwe re anî û wiha dibêje:

Mêtîngerî û qirkirina Kurdan a li Kurdistanê ji mînakên xwe yên dîrokî cudatir e.

Ev ferq xwe dispêre du beşan, ya yekem dewleta Tirk xwedî karektera dijminahiya Kurdan e.

Dewleta Tirk hebûna xwe di tinekirina gelê Kurd de dibîne.

Ya duyemîn jî desteka dewletên serdest a ji bo polîtîkayên qirkirina Kurdan e.

“Herî zêde xayînan hewl dan ku pêşî li pêşketina dîrokî bigirin”

KCK’ê dibêje, Ji dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir û heta îro ji gelek aliyan ve tê nirxandin.

Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd tê wateya hebûnê.

Îro hêzên xiyanetê yên hevkar piştgirî û destekê didin konsepta tasfiye û qirkirina li dijî gerîla û gelê Kurd.

Di vî warî de gelek girîng e ku rûyê rast ê van komên hevkar û xayîn were eşkerekirin.

“Yekane rêya domandina pêngavê, pêkanîna azadiyê ye”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî ev tişt got:

Pêngava 15’ê Tebaxê qewimî û ne pêngavek e ku qediyaye, pêvajoyek e ku dewam dike.

Yekane rêya domandina Pêngava 15’ê Tebaxê, parastina hebûna Kurdan û pêkanîna azadiyê wê ye.

Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê tenê çalakiyekî leşkerî nîn e.

KCK’ê bi vê wesîleyê hemû şehîdên doza kurd bi bîr tîne û salvegera 15’ê Tebaxê li hevalên xwe yên li qada şer pîroz dike.

Dûran Kalkan: Sala berxwedan û azadiyê dest pê kir

Back to top button