Di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 48 kesan ji ber nexweşiya vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, hezar û 848 kesên din jî bi nexweşiyê ketin.
Li gorî daneyên dawî yên wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca parvekirine, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 48 kesên din ji ber nexweşiya vîrûsê mirine û hezar û 848 kesên din jî bi nexweşiyê ketine.
Heya niha li Tirkiyeyê jimara kesên bi vîrûsê ketine 135 hezarî derbas kiriye, ji wan 3 hezar û 689 kesan jiyana xwe ji dest daye.