Zêdeyî 90 balafirên Tirkî li asîmanê Terablusê hatiye xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wan balafireke dewleta Tirk li Terablusê xiste xwarê.

Odeya Ragihandina Şer a Artêşa Niştimanî, îro ragihand ku hêzên parastina asîmanî balafireke Tirkî li rojavayê Terablusê xist xwarê.

Li gorî Odeya Ragihandinê, balafira Tirkî hewil dida ku baregeha El-Wetiya ya Leşkerî bike armanc.

Heya niha ji dema firînên balafirên Tirkî ser asîmanê Terablusê, zêdeyî 90 balafir ji aliyê Artêşa Niştimanî hatine xistin.

Îro jî hikûmeta Wîfaqê idîa kir ku di êrîşên wê yên asîmanî li derdora baregeha El-Wetiya 15 ji Artêşa Niştimanî hatine kuştin.

Back to top button