Netewên Yekbûyî ragihand ku di serî de çeteyên DAIŞ’ê, hin aliyên şer ên li Sûriyê rewşa vîrûsa Coronayê weke derfet ji êrîşên xwe re dibînin.
Komîsera NY a Mafên Mirov Michelle Bachelet îro bi daxuyaniyekê got:
Gelek alî û di serî DAIŞ li Sûriyê aloziya Coronayê weke derfeteke pêkanîna êrîşan li dijî sivîlan bikar tînin.
Michelle Bachelet bal kişande ser banga sekreterê giştî yê NY Antoneo Guterrs a rawestandina şer û diyar kir ku ev bang ji aliyê gelek aliyan ve hat pêşwazîkirin.
Komîsera NY a Mafên Mirov Michelle Bachelet bang li aliyên şer ên li Sûriyê kir ku rê li ber aştiyê vekirn û agirbestekê pêk bînin.
Lê ji 9’ê Cotmeha sala borî ve dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrîşên xwe ranewestandine.
Hêjayî gotinê ye ku piştî banga sekreterê giştî yê NY a rawestandina şerê li Sûriyê, yekem hêza li Sûriyê ku pêşwazî li bangê kir Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bû.



