Li Iraqê 60 rewşên nû yên bi Coronayê hatin tomarkirin

Li Iraqê di 24 saetên dawî de 60 rewşên nû yên bi vîrûsa Coronayê hatin tomarkirin, 2 kesan jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê daneyên dawî yên têkildarî vîrusa Coronayê parve kir.

Wezaretaê diyar kir ku di 24 saetên dawî 60 kesên din ên bi nexweşiya vîrusa Coronayê ketine hatine tomarkirin, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 35 nexweş jî baş bûne.

Heta niha li Iraqê 2 hezar û 603 kes bi vîrusa Coronayê ketine, ji wan 104 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 661 kes jî baş bûne.

Back to top button