Gerîleyên HPG’ê li girê Zendûra yê Metînayê êrîşeke hewayî pêk anî

Li Başûrê Kurdistanê şer giran e û hêzên Parastina Hewayî yên HPG’ê li girê Zendûra yê Metînayê êrîşeke asmanî li dijî leşkerên Tirk pêk anî. 

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed ên HPG’ê li dijî leşkerên dagirkeriya Tirk ên li ser Girê Zendûra yê herêma Metînayê, çalakiyek li dar xist.

Her wiha hat diyarkirin ku artêşa dagirker li Girê Mamreşo yê Avaşînê xwest bikeve çeper û tunelên şer ên gerîlayan, lê gerîlayên HPG û YJA-Starê ev êrîş têk bir.

Li hember vê berxwedana gerîlayan jî, dewleta dagirker gaza jehrî bi kar anî.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hejmareke mezin a kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker li Girê Mamreşo yê Avşînê çêbûye.

Back to top button