QSD`ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn

QSD’ê bi boneya Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûrî şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û soza parastina destkeftiyên gel da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi peyamekê destnîşan kir ku armanca êrîşê astengirina pêşketina wan li hember DAIŞ’ê û derbekirkirina têkoşîna azadî û demokrasiya gelên herêmê bû.

QSD’ê diyar kir ku tevî hemû hewldanên astengkirinê jî têkoşîna azadî û demokrasiya gel li hember dagirkerî û her cure paşverûtiyê bi awayekî xurttir berdewam dike.

Fermandariya Giştî ya QSD: Em ê bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe bilindtir bikin

QSD’ê êrîşên çeteyên Dîfa El-Wetenî li dijî hêzên Asayîşê li Qamişlo bi bîr xist û anî ziman ku Dîfaa El-Wetenî ji bo xirakirina aramî û ewlehiyê arandinan dike û sersaxî ji bo malbata şehîd Hayîs El Ciriyan xwest.

QSD’ê diyar kir ku ji bo destkeftiyên gelên xwe biparêzin, ew ê bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe ya li hember paşverûtî û dagirkeriyê bilindtir bikin.

Malbatên Şehîdan li Qereçoxê banga xurtkirina têkoşînê li gel kir

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn diyar kir ku êrişa li dijî Qereçoxê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Apo û gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de banga xurtkirina têkoşîna li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê heya pêkanîna aştî û ewlehiya li herêmê, hate kirin.

Back to top button