Li Hondurasê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Piştî kuştina herî kêm 24 kesî, li 2 bajarên Hondurasê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Şeva borî li bajarê Choloma yê welatê Amerîkaya Navîn Hondûrasê, di dema şahiyeka rojbûnê de li odeyeke bîlardoyê êrişeke çekdarî pêk hat.

Di êrîşê de 13 kes mirine û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Di êrîşeke cuda de li bajarê San Pedro Sula, hat ragihandin ku jin jî di nav de 11 kes hatine kuştin.

Seroka Hondurasê Xiomara Castro piştî êrîşan li Choloma û San Pedro Sula di navbera saet 21.00-04.00an de 15 rojan qedexeya derketina derve îlan kir.

Castro, diyar kir ku qedexeya derketina derve ya li San Pedro Sula wê di 4’ê Tîrmehê de bikeve meriyetê û got,

Têkildarî bûyeran li gelek nuqteyan êrîşên polîsan hatine destpêkirin, biryara lêgerînê hatiye dayîn û li gelek deveran bendên kontrolê hatine çêkirin.

Castro got;

Hikumet ji bo kesê berpirsê kujerê li Choloma ji wan re bêje, wê nêzîkî 32,000 dolar xelat bike.

Li dijî çeteyên tiryakê ji meha Kanûnê ve li hin herêmên Hondûrasê rewşa awarte ya qismî heye.

Herî kêm 46 jin di îsyana zindanan de ku roja Sêşemê hefteya borî li welêt qewimî, hatin kuştin.

Back to top button