Nêrîna YE û NATO bo Wagner: Pirsgirêkek navxweyî ya Rûsyayê ye

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygu piştî krîzê cara yekem xuya kir.
Welatên YE û NATO’yê bûyer weke pirsgirêkeke navxweyî ya Rûsya pênase kirin.

Krîza Wagner ji aliyê welatên Rojavayî ve ji nêz ve tê şopandin.

Krîza bê encam bidawî bûyî, di rojeva sereke ya Wezîrên Karên Derve ya Yektîiya Ewropa (YE) de bû.

Wezîrên îro li Luksenburgê beşdarî civînê bûn diyar kirin ku ew serhildanê weke mijareke navxweyî ya Moskowê dibînin.

Her wiha diyar kirin ku encamên wê yên muhtemel wê ji sînorên Rûsyayê derkevin.

Borrell: Krîza Wagner hêza Kremlînê hejand

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Josep Borrell di vekirina civînê de axivî û diyar kir ku krîza li Rûsyayê hêza Kremlînê hejand.

Borrell got,

“Tiştên ku dawiya hefteyê qewimîn nîşan dide ku şerê li dijî Ukraynayê hêza Rûsyayê dişkîne û bandorê li pergala wê ya siyasî dike.”

Bearbock: Perdeyek ji drama Rûsî

Wezîra Karê Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock beriya civîna li Luksembûrgê axivî û diyar kir ku geşedanên li Rûsyayê di derdorên siyasî yên Rûsyayê de şikestinên mezin derxist holê.

Wezîra Almanyayê bûyer wek “tenê perdeyek di drama rûsî de” bi nav kir û got;

“Wê li Rûsya çi were serê aktorên cuda hîn ne diyar e”.

Stoltenberg: Krîza Wagner encama stratejiya şaşe

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got:

“Tişta ku di dawiya hefteyê de qewimî, meseleya navxweyî ya Rûsyayê ye.

Her wiha nîşana şerê li dijî Ukraynayê çiqas şaştiyekî stratejîk e.”

Stoltenberg di serdana xwe ya Vilnius a paytexta Lîtvanya de ji rojnamevanan re axivî û got,

“Her ku Rûsya êrîşên xwe didomîne, piştgiriya me ya ji bo Ukraynayê girîngtir dibe.”

Krîza 23’ê Hezîranê despêkirî, di nava 24 saetan de, bi dawî bûbû.

dimenê despêkê yê daxuyaniya serokê wagner

Sedema sereke ya krîza Wagner jî hêrsa Serokê wê Yevgeni Prigojin ya li dijî Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu û Fermandarê Giştî yê Artêşê Garasîmmorv bû.

Şoygu piştî krîza Wagner cara yekem xuya kir

Piştî krîzê cara yekem e ku Şoygu li ser çapemeniyê xuya kir.

Çapemeniya Rûsya îdia kir ku Şoygu serdana leşkerên Rûsya yên li Ukrayna kiriye.

Back to top button