Meclisa Gel a Şamê: Em destekê didin berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê

Li paytexta Sûriyê Şamê êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê hatin şermezakirin.

Li taxa Zorava ya Şamê meclisa Gel a Şamê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şeremzar kir û berxwedana gerîlayan silav kir.

Her wiha têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, Meclisa Gel daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de derbarê hevkariya PDK û hikumeta Kazimî ya bi dewleta Tirk re hat gotin ku ev êriş bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên gelan in.

Meclisa gel a Şamê têkildarî plana dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê li bakurê Sûriyê diyar kir ku armanca vê planê guhertina demografiya herêmê ye.

Meclisa gel a Şamê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew li pişt gerîlayên Kurdistanê ne.

Back to top button