Fermandariya giştî ya YPG’ê du malbatên Kobanî û Efrînî li hev anîn

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê û Fermandariya Giştî ya YPG’ê du malbatên ku ji Efrîn û Kobanê bi civînekê berfireh li hev anîn.

Di navbera malbata Reşo ya ji gundê Coqa yê Efrînê û malbata Begar a ji gundê Boraz ê Kobanê de nakokiyek li ser mijarên diravî derketibû.

Civîn li hola Star Lait a li herêma Şiqêf a Helebê hate lidarxistin.

Nûnerên saziyên sivîl, meclisa leşkerî, fermandarên YPG û bi dehan rûspî û endamên herdu malbatan beşdarî civînê bûn.

Ji fermandarên YPG’ê Şervan Efrînê axivî û li ser planên derxistina fitine û tevliheviyê got:

Fikirê Rêber Ocalan ên ji bo belavkirina nirxên biratiya gelan û jiyana hevbeş, ji van planan re bû bersiv.

Ji rûspiyên taxa Şêxmeqûsdê Îsmaîl Şêxo xebata lihevkirina herdu malbatan silav kir û got: “Pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe yekitiya civakan pêwîst dike.”

Rûspiyê bi navê Mihemed Hec Mistefa jî got, welat yek e, xwîn yek û tu tişt nikare li hemberî girêdana civakê bisekine.

Di dawiyê de herdu malbat dest dane hev û sofre hate dayîn.

Back to top button