Qamişlo..Çekdarên Difaa El-Wetenî zarokek kuştin û 5 sivîl birîndar kirin.

Çekdarên Dîfa El-Wetenî agirbesta li Qamişloyê bin pê kir û zarokek kuştin û 2 jê zarok 5 sivîl jî birîndar kirin.

Nûçegihanê me ragihand ku di dema Asayîş li gorî agirbestê li nuqteyên xwe bi cih dibû, çekdaran êrîşî wan kir û bi vî awayî agirbest hat binpêkirin.

Her wiha îro çekdaran zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd yê 10 salî kuştin û Ehmed Osman ya 12 salî û Ehmed Hemûd yê 14 salî jî birîndar kirin.

Her 2 birîndarên zarok li nexweşxaneya Şehîd Xebat a li taxa Kornîş tên dermankirin.

Çekdaran her wiha 3 sivîlên bi navê Hisên Hisên, Ehmed El-Reslî yê 30 salî û Ehmed Xerqî yê 33 birîndar bûn..

Ji ber topbarana çekdaran jî ziyanên mezin gihiştin avahî û dikanên bazirganiyê û hin ji wan şewitîn.

Endamên ‘Ewlekariya Leşkerî’ ya hikûmeta Şamê ya li nêzî çerxerêya Sîvan jî gule li benda kontrolê ya demkî ya Hêzên Asayîşê barandin.

Back to top button